Ti cudahî di navbera çekdar û hawirdeyekî ve tine ye

NavendaNûçeyan-Efrîn: Ji ber ku pişta xwe bi dagirkeriya tirk dispêrin, destdirêjiya li ser kurdan ji aliyê çekdar û hawirdeyan ve zêde dibin.

Jina jinebî Hemîde Misto ya ji gundê Bihyê yê Navçeya Şêrawa ji ber ku razî nebû keçeke xwe bihewcîne çekdarekî, roja Pêncşemê di 17.03.2021an de di lingê xwe de bi guleya çekdarekî Feyleq El-Şam birîndar ket û pişt re erebekî ew rakir û bir nexweşxaneyê.

Bêtirî mehekê çekdarekî Feyleq El-Şam xwestibû bi keça navbûrî re bizewice, lê dayîk û xalê keçikê Mihemed Misto li ser wê zewacê razî nebibûn, ji wê hingê ve wê malbatê tamek ji xwe nedîtiye û tim di tirsê de dijîn û di bin gefan de ne.

Zarokine hawirdeyan di hefteya borî de bi keviran bi mala pîrejinekê li gundekî Navçeya Reco ketin û sivikatî pê kirin, rabû kurê wê derket û ew zarok qewitandin, roja din kurê wê pîrejinê ji aliyê berpirsê ewlehiyê li bajarokê Meydan Ekbesê ve hate xwestin û caran jî lêpirsîn pêre kir, ku çima zarok rezîl û riswa kirine.

Ji ber li ser ragihandinê hate belavkirin, ku kêlikên gora Helbestvan Arif Şêxo Xelîl (bavê Gulê) beriya meh û nîvekê ji aliyê polîsê sîvîl ve di 04.02.2021an de hatibûn têk biribûn, mero ên rihmetî û muxtarê gund ji bo lêpirsînê hatin xwestin, ku bizanibin kî ew xeber belav kiriye!

     

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
22/03/2021