Kurdek ji ber eşkenceyê li Rahî jiyana xwe ji dest dide

NavendaNûçeyan-Efrîn: Ji roja êrîşa tirk û milîsên bi ser ve li ser Herêma Efrînê ve û heya niha hejmara welatiyên ji ber eşkencekirinê jiyana xwe ji dest dane, nayê zanîn. Ew yek jî ji ber tarîkirina ragihandinê û rênedana bi rêxistinên navdewletî yên yasayî û mirovî ji
bo serdana girtîgehan.

Mesûdê Ûsibê Mûsê welatîyekî gundê Mûskê yê Navçeya Reco, 42 salî, bû di wê roja ku tirk ketin nava Bajarê Efrînê de û destên xwe danîn ser di 18.03.2018an de hatibû revandin û çarenivîsa wî ne diyar bû. Li vê dawiyê jî agahiyên piştrastkirî ji rêxistina me ( Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê) re hatin ku navbûrî li girtîgeha Rahî/ Navçeya Babê bû û ji ber eşkenceya derûnî û canî ya hovane mehdeya wî qul bibû.

Herwiha agahiyên me gotin ku rihmetî di Tebaxa 2020an de jiyana xwe ji dest dabû û çekdaran ew bi dizî binax kirin û malbata wî jî tiştekî li ser kuştin û cihê binaxkirina wî nizane.
Rihmetî ji ber neçarî û xizaniyê neçar bibû di serdema rêveberiya berê de bibe polîsê trafîkê li Efrînê, ku ew bi xwe ji Helebê ji ber şer û tirsa birina wî ji bo leşkeriya rejîmê revîyabû. Di 18.03.2018an malbata wî (hevjîn, herdu zarokên wî û xwişka wî) ji Efrînê derketin, rihmetî jî biryar bû bi motora xwe piştî wan ji Efrînê derkeve, lê hate girtin û li dawiyê jî hate kuştin.

Malbata rihmetî çend caran ji berpirsên rêveberiya xweser li ser çarenivîsa wî pirsîbû, lê rêveberiyê gotibû wî ku Mesûd di topbaranê de birîndar ketiye û lingekî wî hatiye birîn û li nexweşxaneyeke Bajarê Hesekê tê dermankirin!

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
26/03/2021