Zora çekên dagirkeriya tirk

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Milîsên çekdar ên ser bi Artêşa Niştimanî ya Sûrî (ANS) vê bi bi zora çekên dagirkeriya tirk û piştbestana bi wan li tiştî li Efrînê pêk tînin û ne aramî û tevliheviyê çêdikin, her dawî jî li gundê Raca yê Navçeya Reco bû.
Ji ber ku welatiyê bi navê Enwer Bekir (berê çekdaran keçeke wî revandibûn) rê nedabû şivanên hawirde pezên xwe li nav bexçeyê wî biçêrînin, hawirdeyan bi dar û keviran pêketin û gotinên kirêt jî pêre kirin, di encamê de çend welatiyên kurd(pîrejin û pîremêr û jin) birîndar bûn, ji wan: Ebdo Bekir, Şêro Bekir û Hemodê Bekir.

Welatiyê bi navê Esed Ehmed Henan, ji gundê Qiri Golê yê Navçeya Bilbilê, piştî vegera wî ji bajarê Helebê, ku bi merema firotina tirektora xwe çûbû, roja Sêşemê di 23.03.2021an de ji aliyê çekdarên Hemzata ve hate revandin û ji bo navenda ewlehiyê biribin, heya niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
25/03/2021