Çarenivîsa Ebdila Ebdik ne diyar e

NavendaNûçeyan-Efrîn: Ji despêka dagirkeriya tirk û çekdarên bi ser ve dest danîn ser Efrînê û heya niha, welatiyê bi navê Ebdila Ebdik, 63 salî, yê ji gundê Xirabê Şera yê Navçeya Şera, ku di 28.03.2018an de dema diçû nava zeviya xwe ji bo motora kehrebê bîne malê ji tirsa dizîna wê re, ji aliyê çekdarên Sultan Murad hatibû revandin, heya niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Navbûrî ku ji bo girtîgeha Sico li Ezazê hatibû veguhestin, hate gotin ku pişt re ji bo girtîgeha Rahî ya devera Babê hatiye veguhestin û heya roja îro girtî ye û nehatiye dadgehkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
28/03/2021