Koletî û standina pera bi zorê ji fermanên fermandarên ANA in

NavendaNûçeyan-Efrîn: Beriya niha me behsa zordariya tê ser şêniyê kurd ê gundê Zerka yê Navçeya Reco kiribû, ku Mihemed Hebûb/Ebû El-Welîd fermandarê milîsên El-Mecîd kiryarên ne mirovane bi serê xelkê de tîne.

Herî dawî jî, xelkê gund kom kir û gote wan divê ew bê beramber, weke Kole, jê re li nava wan zeviyên ku desteser kirine, kar bikin. Herwiha yê nikare kar bike, divê pera ji ber ve bide wî, tevî ku Fermandarê zordar berê xelk ji kampan danîn û bi gûnikan li cem xwe dişuxland.

Herwiha di dema Newrozê de, Fermandarê milîsên navbûrî, telefonên xelkê pişkinîn dikir û di encamê de welatiyê bi navê Elî Ehmed Şêxo revandibû û bi 500 dolar siza kiribû, ji ber ku wî
bi têlefona xwe Newroz li birayê xwe pîroz kiribû. Herwiha pezê hawirdeyan dizî bû û gef li wan xwaribû ku kesek biçe lê gilî bike.

Sala borî jî,bi hinceta parastina şêniyên kurd li gund ji dizan, mehane 3 hezar lêreyên sûrî li kurdan ferz kiribû û di demsala zeytûnan de jî serê her malekê 3 teneke zeyt ferz kiribû.

 

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
28/03/2021