Bazirganiya eşkere

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Perçe vidiyoek li ser facebookê hate belavkirin, ku tê de komek xelk li gundekî Kamîron li Afrîkayê diyar dibe, ku alîkarî bi navê fermandarê milîsên Sultan Silêman Şah, Mihemed Casim /Ebû Emşe, û malbata wî hatine pêşkêşkirin, ew dîmen di bin navên wan û Alayên Kamîron û Tirkiyê de. Ala Tirkiyê li dewsa ala ku şoreşa Ebû Emşe, lê gelo pirs ew e, ku bi rastî ola îslamê alîkariya ji milkê xelkê hatiye dizîn qebûl dike? Yan jî ew tenê propagande ye û xelkê ji nezanî ew dîmen çêkirine bêyî bingeheke wê hebe, ku tenê bazirganiyê bi xelkê xizan dikin ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe yên siyasî, bazirganî û abûrî?

Li vir jî pirseke din tê holê, ku çima Ebû Emşe ew alîkarî li xelkê xwe yê sûrî li kampên li Hema, Hums, Idlib û Ezazê belav nake, eger rast karekî xêrxwaz dike?

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
29/03/2021