Kiryarên çeteyan

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Çekdarên Hemzata li gundê Hac Xelîl ê ser bi Navçeya Reco ve roja Înê di 26.03.2021an de welatiyê bi navê Hisên Henan Reşîd, 59 salî, bi tuhmeta endambûna di komînên rêveberiya berê de revandin, heya niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.

Beriya du rojan me behsa kiryarên Mihemed Hebûb /Ebû-Welîd li gundê Zêrka yê Navçeya Reco li dijî şêniyên kurd kiribû, ku xelkê weke xizmetkar di nav zeviyan de bi karkirin dide.

Her li gorî jêderan jî, çekdarên Cebhe Şamiyê li gundê di bin kontrola wan de li Navçeya Şiyê jî şêniyên gundan weke xizmetkar di zeviyan de bi karkirin didin, weke bûdekirina darên zeytûnan, û kesê nikare kar bike jî, divê ji ber ve pereyên rojekê(gûnikan) weke siza bide.

 

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
29/03/2021