Kiryarên çekdarên ANS weke ên bandên mafiya ne

NavendaNûçeyan-Efrîn: Kiryarên ku çekdarên ser bi Artêşa Niştimanî ya Sûrî (ANS) û polîsên leşkerî û sîvîl heman weke kiryarên bandên mafiya ne.
Di wan sê salên dawî de û tenê li Navçeya Reco, bêtirî 400 kesên sîvîl hatine renavdin, ku heya niha piraniya wan nehatine berdan, hinek ji wan heta bi heta hatine sizadan û hineke din jî bi çend salan hatine zindankirin, piraniya mayî jî heya niha nehatine dadgehkirin. Di vê dawiyê de hinek ji wan girtiyan hatin berdan, lê çekdarên polîsên leşkerî li navenda navçeyê û bi fermandariya Emîd Cerah El-Kemarî pera li dixînin û dibêjin ka şêrîniya serbestberdanê bide me, yan pere yan ji tenekeyeke zeyta zeytûnan.

Pevçûnên xwe bi xwe di navbera çekdaran car caran çêdibin, ew jî li ser parvekirina dizî, talanî û qaçaxkirina çekan û hebe yên hişber rûdidin.
Herî dawî, roja Duşemê di 29.03.2021an de di navbera çekdarên Sultan Murad û çekdarên Cebhe Şamiyê de li taxa Mehmûdiyê a Bajarê Efrînê pevçûn, li ser derbaskirina barek ji 50 kîlo hebeyên hişber, derketin.
Herke her car jî Komîteya Vegerandina Mafan divê navbeynkar û çareser dike weke pevçûnên di navbera çekdarên Feyleq El-Şam û Hemzata li bajarokê Basûtê, ku ew jî li ser derbaskirina hebeyên hişber û destdanîna ser hin cihên stratîjîk bû, ku ew dever deverên di bin destê tirk û deverên di bin destê rejîmê li Efrînê girê dide.

      

 

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
30/03/2021