Kiryarên ne rewa dermafê welatiyan

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Piştî ku dagirkeriya tirk û çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûrî (ANS) ên bi ser ve Hêrêma Efrînê xistin bin destên xwe, berê xwe dan belavkirina tevlîheviyê û têkbirina jêrzemîna abûrî, birîn û şewitandina darên zeytûnan û yên daristanî, bi taybetî milîsên Lîwa Semerqend bi fermandariya Ebû Cîhad, ku gundê Rûta yê Navçeya Mabata kontrol dike.
Piştî girûpa navbûrî destên xwe danî ser gundî, ew gund weke devereke leşkerî ragihand û girtîgeheke navendî jî tê de çêkirin, bi ser de jî pîrejina bi navê Hec Nazo, 80 salî, hevjîna rihmetî Hec Şukrî Yûsif, bi zorê ji malê derxistin û mala wê û mala kurê wê yê koçberkirî Ehmed Şefîq Yûsif, desteser kirin û hawirdene ji malbata Ebû Cîhad tê de bicihkirin. Pîrejina navbûrî jî neçar ma li cem qêzeke xwe li gundê Hişê li Navçeya Mabata bimîne, herwiha çekdaran bêtirî 2 hezar darên zeytûnan û 25 darên Gozê û darine Simaqê desteser kiribûn.
Beriya niha jî me behsa desteserkirina bêtirî 10 hezar darên zeytûnan û guvaşgeheke zeytûnan a bi zorê koçberkirî Silêman Hesen kiribû, herwiha neçarkirina şêniyên gundên derdorê zeytûnên xwe li guvaşgehên desteserkirî biguvêşin.

Herwiha Ebû Cîhad berê carekê li hin welatiyan xistibû, ji ber ku razî nebibûn navenda wî paqij bikin, ku ji xwe re mala Endazyar Ehmed Şefîq Yûsif weke navend û baregeh bikar tîne, herwiha welatî hatibûn neçarkirin ji ber serbestberdana xwe ve pera bidin wî, herî dawî jî di 10. 07.2020an de hevjîna Bekir Şêxo Ehmed, pîrejinek e, dema diçû Simaqî biçine li ser rê hawirde bi kêran êrîşî wê kiribûn û bi tirs û girî reviyabû malê.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
01/04/2021