Revandina ji bo standina pera ji ber ve

NavendaNûçeyan-Efrîn: Hêzên çekdar ên ser bi Hikûmeta Demkî ya Opozisyona Sûriyê (Îtîlaf) ve berdewam ji bo bidestxistina pera welatiyan direvînin û wan neçar dikin ji ber serbestberdana wan ve pera bidin çekdaran.

Polîsê leşkerî li navenda Navçeya Reco roja Duşemê di 29.03.2021an de du welatî ji bo standina pera ji ber serbestberdana wan ve, bi tuhmeta derketina nûbedariyê di dema rêveberiya berê de ew revandin, ku her yekî ji wan girtiyan 1500 lêreyên tirk dabû çekdaran, ew girtî jî ev bûn:
Xelîl Mihemed Sîdo, 60 salî, û Rifahî Elî Horo, 52 salî

Li gundê Badîna jî çekdarên Lîwa 112 roja Pêncşemê di 01.04.2021an de Abdîn Şêx Mûse, 52 salî, revand.

Li navenda Navçeya Mabata jî roja Çarşemê di 17.03.2021an de polîsê leşkerî xortê 21 salî Smaîl Tacedîn Brahîm revand û hovane eşkence kiribûn.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
03/04/2021