Teqîn û lêpirsîna ne zelal

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Ji roja teqîna bi quman li bajarokê Basûtê li Efrînê, ku di encamê de her yek ji Newzad Ekrem Tobal, 41 salî, û Heyfa Şerîf Qasim, 21 salî, jiyana xwe ji dest dabûn, heya niha çekdarên Hemzata endamên malbatên qurbaniyan girtin û pişt re radestî polîsê leşkerî kirin û bi hinceta bidawîhatina lêpirsînê wan serbest bernadin, herwiha çekdarên dest danîn ser mala Newzadî û tiştê tê de tev de desteser kirin.

Piştî derbasbûna 40 rojan kî ser bûyerê, agahî hatin ku girtî rastî eşkenyeke hovane tên, tevî ku wan agahiyên ji nava polîsê leşkerî tekezî kirin ku lêpirsîn bidawî hatine û tiştek li ser girtiyan nehatiye tekezkirin, lê polîsê leşkerî ji parêzerê malbatê re gotibû hîn lêpirsîn bidawî nehatine û kengî bidawî werin ew dê wan bişînin dadgehê.

 

Tê zanîn ku pêwendiyên bi guman ên Newzadî bi çekdarên Hemzata re di warê qaçaxçiyê de hebûn, ji ber vê diviyabû polîsê leşkerî û Mîta tirk ew çekdar bigirtana. Li vir jî em dagirkeriya tirk berpirs dibînin ji ber saxlemiya wan girtiyan, bi taybetî ku hovane hatine eşkerekirin. Girtî jî ev in:
1- Mihemed Şerîf Qasim, 16 salî
2- Hesen Mihemed Emîn, 16 salî
3- Cûdî Hesen Emîn, 18 salî
4- Lava Şerîf Qasim, 18 salî
5- Elî Hesen Emîn, 22 salî
6- Sêva Şerîf Qasim, 24 salî
7- Dilovan Ekrem Betal, 29 salî
8- Hêlan Betal Xidir, 29 salî
9- Emîne Mistefa Qaso, 55 salî.

 

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
04/04/2021