Bihaneya herdem ji her kurdekî re

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Her kurdek ji aliyê çekdaran ve bê revandin, bi tuhmeta pêwendiya bi rêveberiya berê re tê tuhmetbarkirin, lê heya îro me nedît erebek an jî turkmenek bi tuhmeta pêwendiya bi Partiya El-Beis re an jî endambûna di şaxekî ewlehiyê ya rejîmê de an jî endambûna di DAIŞê de hatibe girtin.

Li Navçeya Mabata, polîsê leşkerî roja Şemiyê di 27.03.2021an de çend ji şêniyên gundê Dargirê bi tuhmeta pêwendiya bi rêveberiya berê re revandin û eşkence kirin, pişt re jî bo zindana navendî li Efrînê ew hatine veguhestin, girtî jî ev in:

1- Behzad Sibhî Osman, 50 salî
2- Rustem Ezet Elî, 35 salî
3- Xelîl Emîr, 27 salî
4- Emîr Cemîl Cemal, 25 salî

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
04/04/2021