Zarokê min vegerînin

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Malbateke efrînî ji gundê Çeqmaqa yê mezin ê ser bi Navçeya Reco ve bang li saziyên mafên mirovan û saziyên mirovî kirin guvaşan li ser Rêveberiya Xweser bikin, da ku zarokê wan vegerînin. Heya niha 3ê zarokên vê malbatê ji aliyê çekdarên YPG’ê ve di salên borî de hatine revandin û hîn jî malbatê re nehatine vegerandin, zarok jî ev in:
Yûsif Yihye Mihemed, 14 salî, roja 03.03.2021 ji aliyê Heval Akif ve hate revandin û ji bo navenda leşkerî ya YPG’ê li gundê Til Sûsînê ê devera Şehba li gundewarê Helebê ku dikeve bin destê YPG’ê, hate veguhestin, bavê zarokî jî dike û nake zarokê jê re vegerînin, ew qebûl nakin û gefan li malbatê dixwen.
Mihemed Yihye Mihemed (naskirî bi Xemgîn Çiya) 20 salî, sala 2015an li Efrînê hate revandin û birin perwerdeya leşkerî li navenda Navçeya Reco malbatê lê pirsîbû, YPG’ê gotibû wan zarokê we li cem me ye, lê hevdîtin û derketina ji derve qedexe ye, herwiha YPG’ê gef li zarokî xwaribûn da ku malbata xwe nebîne, tê zanîn ku ew zarok du caran di şer de di lingekî xwe de birîndar bûye û heya niha jî ji ber dinale, û niha li gundekî Şêrawa li navendeke leşkerî ya YPG’ê dimîne.
Awaz Yihye Mihemed, 18 salî, ji ber tinebûnê û hejariyê tevlî YPG’ê bû, lê YPG’ê niha rê nade wî vegere Efrînê, YPG mehê 100 dolar weke mûçe dida yî û niha 400 hezar lêreyên sûrî dide wî.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
06/04/2021