Revandina welatiyan hîn jî didome

NavendaNûçeyan-Efrîn: Ji roja ku dagirkeriya tirk û çekdarên bi ser ve dast danîne ser Efrînê, rojek derbas nabe bêyî ku kesek tê de neyê revandin û her ev kiryar didomin.
Milîsên polîsê azad „ Ewlehiya siyasî“ li rêbenda gundê Tirundê yê Efrînê, roja Duşemê di 05.04.2021an de Endezyar Emîr Mistefa Çençî, 27 salî, yê ji gundê Maratê yê ser bi Navçeya Bajêr ve revandin, ku wê hingê ew ji belavkirina selikên xwarinê yên hewarçûnê li Navçeya Cindirêsê li gel rêxistina Şefeq vedigeriya. Endezyarê navbûrî endezyariya Elektrîkê xwendiye û karmendê postê bû berê, piştî ku hate girtin kes çarenivîsa wî nizane.

Milîsên Feyleq El-Şam ku li rêbenda despêka ketina nava bajarê Efrînê( rêbenda naskirî bi Qûs) roja Yekşemê di 04.04.2022an de welatiyê bi navê Mihemed Misto, yê ji malbata Kekeç, 50 salî, yê ji gundê Upila/Navçeya Bilbilê, dema li gel malbata xwe diçû bajêr, bi tuhmeta pêwendiya bi rêveberiya berê re, revandin.
Herwiha li rêbenda çarêya gundê Qîbarê yê Efrînê, çekdaran roja Yekşemê di 04.04.2021an de welatiyê bi navê Hesen Arif Şêxo, 35 salî,yê ji Qîbarê, revandibû û piştî dayîna pera, çekdaran ew serbest berdan.
Di derbarê kesên çarenivîsa wan ne diyar jî, ji roja ku tirk û çekdarên bi ser ve ketine Efrînê, heya niha çarenivîsa welatiyê revandî Ebdilrehman Hesen Reşîd, 33 salî, yê ji gundê Qermitliq yê Navçeya Şiyê, ku di 17.03.2018an de hatibû revandin, ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
08/04/2021