Bila li ser erdê bav û bapîran bimirim

NavendaNûçeyan-Efrîn: „Bila li ser erdê bav û bapîrên xwe ez bimirim ne li kampan c ev gotinên pêşîn ên malbata ku çekdarên YPG’ê zarokên wan revandine ye.

Piştî daxuyaniya Rêxistina me „ Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê „ di derbarê revandina zarokên malbateke efrînî li devera Şehba, berpirsên Reverberiya xweser pêwendî bi malbata Yihye Necîb Mihemed, yê ji gundê Çeqmaqa yê mezin ê ser bi Navçeya Reco ve, kir û soza vegera zarokê wî yê biçûk ( Yûsif, 14 salî) dan û jê xwestin ti pêwendiyan bi ti rêxistinên mafên mirovan û ên mirovî û ragihandinê re nekin, bi taybetî yên li li gor hizra rêveberiyê.
Dayîka zarokan jî gef li çekdarên YPG’ê xwaribû ku wê li pêş navenda rûsî protesto bike eger zarokên wê venegerin.

YPG’ê bi wan rêkeftinên bi aliyên navdewletî re kirine pabend nabe û peymanên navdewletî jî binpê dike, tevî ku di 29.06.2019an de fermandarê HSD, Mezlûm Ebdî, bi birêkarê emîndarê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Verciniys Gamba re rekeftî bû, ku zarokan di ser bikar neynin û çarenivîsa wan diyar bikin û vegerînin malê.

Roja Pênşemê di 01.04.2021an de grûpeke çekdar a YPG’ê bi fermandariya „Heval Akif“ zarokê 15 salî Hisên Mistefa Qedîbelban yê ji gundê Xalta yê ser bi Navçeya Cindirêsê ve revandin û birin navenda xwe li gundê Til Sûsîn a li nêzîkî kampa Serdem li devera Şehba, da ku perwerdeya leşkerî û siyasî pê bikin, herwiha çekdarên YPG’ê gef li malbata zarokî xwarin, da ku ti pêwendiyan bi ti rêxistinên mafên mirovan re nekin di vê derbarê de û gotin wan divê hûn serbilind bin eger zarokê we ji bo azadiya Apo û biratiya gelan şehîd bikeve!

Beriya wê jî heman girûpê zarokê 14 salî Hisên Mistefa Mûse yê ji gundê Qijûma yê ser bi Navçeya Cindirêsê ve di meha adara borî de revandibûn û ew jî biribûn gundê Til Sûsîn ji bo perwerdeyê.
Herwiha YPG’ê ji 50 rojan ve, xortek ji malbata Hemdoşê( xwendekarê pola 12 e).

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
08/04/2021