Revandina ji ber çespandina hebûnê

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Ji ber nakokiyên kesayetî yên li ser dizî û destdanîna ser deverên desthelatdariyê, di navbera çekdarên ser bi Hemzata ve, û tevlîbûna beşekî ji wan bo milîsên Feyleq El-Şam, her aliyek dixwaze hebûna xwe li aliyê desthelatdariya aliyê din nîşan bide.

Çekdarên Feyleq El-Şam ( berê çekdarên Hemzata bûn) ku gundê Burc Ebdalo û bajarokê Basûtê kontrol dikin, roja Pêncşemê di 08.04.2021an de 4 welatiyên Basûtê revandin û birin navenda xwe ya ewlehiyê li gundê Burc Ebdalo, ew jî ev in:
1- Betal Fethî Betal, 42 salî
2- Husên Umer Ebrûş, 35 salî
3- Şêro Mihemed Xelîl , 23 salî
4- Xelîl Mihemed Elî, 21 salî , pişt re serbest hate berdan, yên mayî jî hîn çarenivîsa wan ne diyar e.

                  

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

11/04/2021