Tawaneke bi êş li Cindirêsê

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Du hevjîn ji ber girî û qêrînê, zarokee du salî dikujin.
Ednan Reşîd Xoce,46 salî, ku ji gundê Mila Xelîl e û li Navçeya Cindirêsê dimîne, li gel hevjîna xwe, ku ji erebên Ezazê ye, zaroka 2 salî, ya hevjîna xwe ya ereb, dikujin û bi dizî li nava goristana gundî roja Sêşemê di 06.04.2021an de vedişêrin.

Mîta tirk roja Şemiyê di 10.04.2021an de bi wan dihese, radibin bi hazirbûna dayîka wê û birayê wê, kurê Ednanî, yê 13 salî, termê wê zarokê derdixînin, pişt re polîsê leşkerî herdu hevjînan ji bo lêpirsînê digire.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
11/04/2021