Xwendina di dema dagirkirinê de

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Hejmara dibistanên berê li Efrînê hebûn û li ser kar bûn 325 dibistan bûn, lê niha tenê 235 dibistan li ser kar in, ku nêzîkî 45 dibistan weke navendên leşkerî ji aliyê tirkan ve tên bikaranîn (12 jê li navenda bajêr in) û tê de welatî têne girtin û eşkencekirin, herwiha 25 dibistanên din jî wêran bûne, ku YPG’ê tê de cih digirt û tirkan bi balafiran armanc kirin, dibistanin din jî hene ji ber nebûna kadroyan hatine girtin.
Gelek dibistan navên hatine tirk-kirin, hejmara şagirtan di her polekê de tijî ye û pêwîstiyên sereke jî gelekî kêm in. Tirkan al û nîşanên serdema Osmaniyan û çanda xwe li dibistanan ferz kirine, bi vî awayî tirkan destê xwe danîne ser tevahiya sektora xwendinê li Efrînê.

Rewşa xwendin û perwerdeyê li Herêma Efrînê

Tevî kêmbûna kadroyan, dagirkeriya tirk di sala 2019an de derdora 80 mamosteyên kurd ji kar bidûr xistin û zimanê kurdî li paş xistin. Li dewsa mamosteyên kurd, hawirde destnîşan kirin, piraniya wan jî ne xwediyê bawernameyan in, lê ji bilî ku ew mamosteyên hawirde dixwazin hizrên olî yên hişk di serê şagirtan de biçînin, hîn bi ser de jî nîjadperest in û ji bo xwendina bi zimanê kurdî jî kurdan dipirsin gelo hûn dixwazin zarokên wê kurdî hîn bibin yan na? Tevî ku zimanê tirkî hatiye ferzkirin û hikûmeta demkî nikare bêje na jî.

   

Bernameya heftane ya xwendinê

Eger mirov bi çavekî giştî li bernameya heftane ya xwendinê ji pola yekê heya pola diwazdehan binêre, dibîne ku wisa hatiye danîn :
– Zimanê erebî 7 Wane
– Bîrjarî( Matematîk) 5 Wane
– Zanistî 2 Wane
– Zimanê Înglîzî 2 Wane
– Zimanê Kurdî 1-2 Wane
– Zimanê tirkî 3 Wane
– Ola Îslamê 6 Wane
– Fîzîk 3 Wane
– Fîlozofî 3 Wane
– Zanistên Civakî 5 Wane
– Çêmî 3 Wane
Li vê dawiyê jî kurdî ji sîstema xwendinê ya pola 12an hate rakirin, herwiha ezmûna kurdî jî ji herdu polên 9 û 12an jî hatin rakirin, da ku hêdî hêdî ji sîstema perwerdeyê bi giştî bê rakirin. Herdu zimanên înglîzî û tirkî jî kirine zimanên sereke!

 

Li vir, em weke rêxistineke mafên mirovan, banga xwe digihînin aliyên peywendîdar, bi taybetî UNISCO ku guvaşan li ser hikûmeta demkî bike, da ku zimanê kurdî vegerîne herdu polên 9 û 12an ji ber ku ew zimanê xelkê resen ê herêmê ye, da ku weke înglîzî û tirkî bibe zimanê sereke. Ew jî weke pabendbûnekê bi rêkeftinên siyasî di navbera Îtîlafê û aliyên kurd de.

Bila em ji bîr nekin, tevî ku Sûriyê berê jî aliyê Fransa ve hatibû dagirkirin û zimanê fransî jî hatibû ferzkirin, lê zimanê erebî li dewletê ranekiribûn û dixwestin her tiştên girêdayî Osmaniyan ji sîstema xwendinê ya wê demê rakirin.

 

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
10/04/2021