Yan zîndanîkirin yan jî kuştina bi mayînan

NavendaNûçeyan-Efrîn: Koçberên bi zorê ji Efrînê derketine û bi zorê jî li kampên di bin destê Rêveberiya Xweser de li Devera Şehbayê li gundewarê bakurê Helebê dimînin, berdewam rastî astengî û tundiyê ji aliyê qaçaxçiyên Nibol û Zehra û berpirsine rêveberiyê ve tên.

Heri dawî jî beriya demeke kêm, grûpeke sîvîl ji kurdan, ku dixwestin ji kampan derkevin û berên xwe bidin bajarê Helebê, li ser rê li devera Pîşesaziyê li Helebê, ji aliyê îstîxbarata sûrî ve hate girtin , ku berpirsine rêveberiyê ji rejîmê re li wan îxbarî dabûn.
Ew girûpa han pişt re jî bo balafirgeha Kiwêrês hate veguhestin û ji wir jî ji bo zindanên Helebê û polîsê leşkerî hate veguhestin.

Di zindanê de ew welatiyên sîvîl ên kurd rastî eşkenceyeke hovane dihatin û tuhmeta terorê di wan didan û carnan jî dihatin tuhmetbarkirin ku bi awayekî ne yasayî derbasî Helebê bûne. Hinek ji wan girtiyan, piştî dayîna pera, serbest hatin berdan û tekez kirin, ku berpirsên ewlehiyê yên rejîmê gefa girtin û kuştinê li wan xwarine eger kesek ji wan hizir bike ji deverên di bin destên Rêveberiya Xweser derkeve, çi ber bi Efrînê ve be û çi jî ber bi Helebê ve bê.

Li aliyekî din jî, li gundê mezin ê ser bi Navçeya Şêrawa ve, ku dikeve bin destê çekdarên YPG’ê û rejîmê, roja Yekşemê di 11.04.2022an de, mayîneke di nav zinaran de çandî, bi çend zarokên malbatekê de dema dilîstin, teqiya û di encamê de jî 2 hatin kuştin û duduyên din jî birîndar bûn, ew jî ev in:
1- Azad Brahîm Hisên, 12 salî, hate kuştin
2- Diyar Hemo Hisên, 11 salî, hate kuştin
3- Husên Brahîm Hisên, 9 salî, birîndar bû
4- Nisrîn Mihemed Hisên, 12 salî, birîndar bû

   

Xortê 19 salî, Cuma Feyad, yê ji gundê Ereb Wêranê yê ser bi Navçeya Şera ve, bi mayîneke çandî li bajarokê Til Rifatê hate kuştin, ku Rêveberiya Xweser mayînan ji bo rêgirî li ber vegera xelkê ji bo Efrînê li wan deran diçîne, ev yek jî bi hevkariya li gel rejîm û tirkan û çekdarên bi ser ve ye, ku rêveberî wan weke mertal bikar tîne û dixe şerên bê hewce, tenê ji bo bicîhanîna berjewendiyên rejîmê û welatên garantor „ Astana „
Heya niha bêtirî 200 kesên sivîl bi wan mayînan hatine kuştin, carcaran jî ji nûve mayînan diçînin û dibêjin ew ji bermayiyên şerê li dijî Daîşê ye.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
11/04/2021