Têgeha azadî rûmetê li cem çekdarên ANS

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Li cem çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûrî (ANS) têgehên şoreşgerî û olî cuda ne, ew jî ji ber kar û kiryarên wan.

Çekdarên Siqûr El-Şemal, ku dest danînê ser herdu gundên Gemrûkê û Ereb Şêxo yên Navçeya Mabata, beriya çend rojan bêtirî 60 tirektoran desteser kirin, ji ber ku şêniyên gund razî nebûn ji çekdaran re kar weke kole kar bikin.

Çekdarên Feyleq El-Şam, yên dest danîne ser bajarokê Meydan Ekbesê li Reco, roja Înê di 09.04.2022an de bêtirî 70 darên zeytûnan ên Şêxmûs Ebdo birîn, da ku êzingên wan li Idlîbê bifroşin.
Çekdarên Feyleq El-Şam, li gundê Gawinda yê Meydana li Reco, dest danîn ser 3 malên malbata Hesen Qenber û rê nedan malbatê ku pezê xwe li zozanan biçêrînin.
Hawirde bi çekên xwe berdewam pezên xwe li gundê Sêmalka li Reco li nav zeviyên tirî bi êvarî diçêrînin, ev yek jî zîyanê digihîne gupikan û nahêle tirî çêbibe.

 

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
11/04/2021