Revandin û pêketina bi Korona

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Milîsên Hemzata li gundê Hec Xelîl ê Navçeya Reco, roja Yekşemê di 11.04.2021an de û ji bo pera ji welatiyan bistînin, welatiyê bi navê Ewnî Reşîd Osman bi tuhmeta pêwendiya bi rêveberiya berê re revandin û birin navenda xwe ya ewlehiyê li navenda navçeyê.

Di herdu rojên derbasbûyî de, me behsa pêketina bi Korona li Navçeya Reco kir, bi taybetî di nav endamên Encûmena Xwecihî, nûha hejmara wan pêketiyan pirtir bû, ku her yek ji endezyar Mihemed şêx Ehmed û Mamoste Hisên Mistefa pêktine, beriya wê jî her yek ji van pêketibû:
Endezyar Mihemed Nezmî Hikmet û hevjîna wî, Hisên Elî Umer û malbata wî, Mistefa Bekir Nasan, Rêzan Elî yê ji gundê Hesen ê Reco û Mihemed Enwer Xelîl, herwiha welatiyekî din jî jiyana xwe ji dest dabû.

 

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

14/04/2021