Vekişandina ne zelal a rûsan

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Hêzên rûsî ji nişkêve xalên xwe li gundê Keşte’arê û bajarokê Til Rifatê roja Sêşemê di 13.04.2021an de vala kirin û ber bi herdu gundên Herbel û Wehşiyê ve birêketin, ku nişteciyên wan ereb in.

Ev yek bandor li ser xelkê Efrînê ê koçber çêkir û anî bîra wan çawe rûs ji gundê Serê Kaniyê/Kefercenê yê Navçeya Şera vekişiyan û pişt re êrîşa tirka li ser Efrînê destpêkir.

Herwiha ev yek eşkere kir, ku hêzên nav li xwe dikin Hêzên Rizgarkirina Efrînê ên ser bi rejîmê ve nikarin koçberên Efrînê biparêzin, lê ya rast ew e, ku ev vekişîna hêzên rûsî, bi xwe, guvaşek e li ser rêveberiya xweser, da ku deverine li rojhilatê çemê Firatê radest bikin û hewldanek e ku rejîm bêtir deveran bidest bixe ku niha di bin destê hêzên hevpeymanan de ne.

Agahiyên ketine ber destan, behsa cîgirbûna hêzên îranî û milîsên şî’î û Hêzên Berevaniya Niştimanî yên ser bi rejîmê ve li devera Şehbayê dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
14/04/2021