Çarenivîsa ne diyar a malbata Nîdal Îbo

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Piştî ku karmendê berê yê rêveberiya xweser li Minbicê, Nîdal Îbo, 35 salî, dosyeyên gendelîyê di nava rêveberiyê de eşkere kirin û dadgehkirina wan kesan, ew neçar mabû ji tirsa re dest ji kar berde û ji tirsa girtina wî ji aliyê kadroyê PKK’ê yê bi navê Cahîd Hesen ve , reviya, lê berpirsên rêveberiyê da ku wî bi zorê vegerînin û bigirin (li dewsa girtina kesên gendeliyê dikin) rabûn malbata wî girtin:

         

1- Mehmûd Îbo, 60 salî, bavê Nîdalî
2- Heyfa Hoşo, 55 salî, diya Nîdalî
3- Rêzan Mehmûd Îbo, 24 salî, birayê Nîdalî
4- Ehmed Mehmûd Îbo, 16 salî, birayê Nîdalî
5- Mihemed Mehmûd Îbo, 14 salî, birayê Nîdal
6- Emîrê Betran, 23 salî, hevjîna Nîdalî
7- Mehmûd Nîdal Îbo, 6 salî, zarokê Nîdalî
8- Lezgîn Nîdal Îbo, 4 salî, zarokê Nîdalî
9- Arîn Nîdal Îbo, 3 salî, zaroka Nîdalî

Heya roja îro çarenivîsa van girtiyan ne diyar e, tevî navbênkariya rewşenbîran û êlan, lê her ew girtî man û kesek tiştekî li wan nizane.
Ji ber navbênkariya êlan, kadroyê PKK’ê Cahîd Hesen, serokêl Brahîm El-Miteb li gel parêzerekî û karmendeke din bi navê Eyşe Elî Şukrî revandin. Niha jî hejmarê revandiyan derdora 50 kesan dike, ev tev de ji ber ku Nîdal hûrgiliyên dosyeya gendeliyê dizane, bi taybetî dosyeyên dizîna ceh û genim, ku navê her yek ji Şervan Derwêş, Ebdo Meşhûd, Fethî Mesrûr û welatiyekî din yê bi navê Bavê Azad pêve girêdayî ye. Kadroyê PKK’ê Mehmûd Reşo li ser dosyeyên gendeliyê vedişêre.
Tevî ku niha perçebûn nî bava PKK û rêveberiya xweser de çêdibe, çi kadroyên kurdên Sûriyê an jî Tirkiyê bin. Herwiha ji ber ku Nîdal kurd e, ewqas gotin li ser hatin kirin û bû rojev, lê karmendên din ên turkmen û ereb jî reviyan û tiştek li ser wan derneket.
Nîdal navên bi çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûrî re bazirganiya petrol û gazê dikirin, eşkere kirin, weke Ednan Sadkob, Brahîm Zendan û Elî Şêr, herwiha bazirganiya bi rejîmê re jî firotina petrol û gazê, ku bi rêya kampanya Qatircî û Yasir Hezwanî tê kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
15/04/2021