Çarenivîsa ne diyar a revandiyên kurd

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Ji roja girtina welatiyê bi navê Ferîd Welîd Hacî yê ji gundê Xelîl ê ser bi Navçeya Şiyê ve di 25.10.2020an de, heya niha jî çarenivîsa wî ne diyar e, ku ji aliyê polîsê leşkerî ve li ofîsa xwe hatibû girtin, bi bihaneya pereyên rêveberiya xweser pêre habûn.


Ji sê mehan ve, polîsê leşkerî welatiya bi navê Hena‘ Brahîm Ebde ya ji taxa kevin(Taxa Til) a Navçeya Cindirêsê revandine û heya niha jî çarenivîsa wê ne diyar e, ku polîsê leşkerî bi bihaneya pêwendiyên wê bi rêveberiya berê re ew xwestibûn lêpirsînê, wê hingê diya wê rij bû keça xwe bi tenê neşîne lêpirsînê, ji ber vê ew herdu bi hev re çûbûn û heya niha venegerîne malê.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
15/04/2021