Li Efrînê… pereyên Qeterê, siyaseta tirka û razîbûna hikûmeta demkî

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Di çarçoveya proseya pêkanîna guhertina demografî li Efrînê, Mihemed Casim (Ebû Emşe) fermandarê milîsên Sultan Silêman Şah, ku Navçeya Şiyê kontrol dikin, xelkê bo zora çekan û di bin gefan de neçar dike erdên xwe bifroşe.
Roja Yekşemê di 11.04.2021an de Ebû Emşe xelkê ku erdên wan dikevin li ser rêya gundê Qermitliq û nêzîkî navenda tenduristiyê, xwest wan neçar bike erdê xwe bifroşin wî, lê ji ber ku kes ji wan razî nebû, rabû girêbesta firotinê guhert û girêbestek nû çêkir, ku li gorî wê xelk erdê xwe beberamber dide şaredariyê da ku niştecihekê ji hawirdeyan re lê ava bikin.
Avakirina vê niştecihê bi serpereştiya Rêxistina AFAD a tirk û sponseriya Qeterê, ku derdora 40 doniman mezine ew niştecih û têra 200 mal dike, ku her malek jî 70 m2 dike.
Kesên hatin neçarkirin li ser wan girêbestan îmze bikin ev in:
1- Cemîl Mihemed Hec Brahîm Şêxo, hate neçarkirin dest ji 6 hezar m2 ji erdê xwe berde, ji ber ku milk li ser navê bavê wî yê rihmetî ye, hate neçarkirin îmze bike.
2- Cemîl Xelîl Şêxo, hate neçarkirin dest ji 9 hezar m2 berde, kurê wî Ferîd ji ber ve îmze kir ji neçarî.
3- Yûsif Henan Mehmo, hate neçarkirin dest ji 2hezar m2 berde.
4- Şêx Hesen (Xoce) hate neçarkirin dest ji 7 hezar m2 berde.
5- Ehmed Mistefa (Êhoyê Mistê) hate neçarkirin dest ji 7 hezar m2 berde, Neviyê wî Ebdila ji ber ve îmze kir.
6- Reşîd Silêman, hate neçarkirin dest ji 2 hezar m2 berde.
7- Mihemed Elî, malbata Mistikê, hate neçarkirin dest ji 6 hezar m2 berde.

   

 

 

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

16/04/2021