Cih cuda ye lê encam yek e

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Xelkê Efrînê çi yê di bin destê tirka, çi yê bin destê rêveberiyê û çi jî yê di bin destê rejîmê de, li her derê rastî binpêkirinên ne mirovane tê, bêyî ku ew alî xizmetên bingehîn ji bo dabînkirina jiyana rojane pêşkêş bikin, ji bilî topbarana berdewam, kuştin, koçberkirin û diziyê têne kirin.
Hêzên leşkerî yên ser bi PYD’ê ve (YPG) li Şehbayê, roja Duşemê di 15.02.2021an de, Idrîs Ednan Yûsif, 17 salî, yê ji gundê Axcelê yê Cindirêsê ji bo perwerdeya siyasî û leşkerî revand û birin gundê Til Sûsînê.
Li gorî jêderan, di wê demê 35 zarok hatibûn revandin û heya niha jî çarenivîsa wan ne diyar e.

Li gundê Kalûtê yê Şêrawa, ku dibin destê rêveberiyê de ye, roja Pêncşemê di 15.04.2021an de, mayînek teqiya û di encamê de 2 kes ji malbata Ilêwî birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin, ew herdu jî ev in:
Remedan Mihemed Ilêwî, 30 salî, û Remedan Cemîl Ilêwî, 13 salî.

 

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
17/04/2021