Revandina li ser nasnameyê

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Polîsê sîvîl li gundên Meydana li Navçeya Reco, roja Pêncşemê di 15.04.2021an de welatiyê bi navê Zekeriya Brahîm Umer, ji gundê Dude bi bihaneya hebûna pêwendiya wî bi rêveberiya berê re girtin û ji bo lêpirsînê birin navenda xwe ya ewlehiyê li navenda navçeyê, heya niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.
Polîsê leşkerî li despêka bajarê Ezazê, roja Çarşemê di 14.04.2021an de Mamoste Mihemed Elî Elo, yê ji bajarokê Meydankê ya Navçeya Şera dema bi karekî diçû Ezazê, revand. Bihaneya revandina wî jî ew e ku kurd e, pişt re ew radestî hêzên jinavbirina terorê li Ezazê kir, heya niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
19/04/2021