Dîmenên rast ji kiryarên tekane

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Herdu çekdarên pilebilind ên milîsên Feyleq El-Şam, Emîr Hesen (ji nûve ji bo Serê Kanîyê hatiye veguhestin) û cîgirê wî Ebû Cafer navenda wan li avahiya dadgehê ya ber bû û li quncikan disekinîn û li çûn û hatinêli xelkê dipan bi bihaneya parastina wan, lê bi xwe pere ji xelkê distandin û destdirêjî li ser xwediyên pereguhêran dikin û bi zorê pere ji wan distandin, bi taybetî ên kurd, ew yek ji li pêş çavên polîsên leşkerî û yên sivîl û dagirkeriya tirk.


Ji ber çopa komkirî li cihên bicihbûna hawirde û çekdaran, piraniya nişteciyên kurd li gundê Îska yê Cindirêsê bi nexweşiya salê (Leşmaniya) ketine, bi taybetî zarok.

Mesela destdanîna ser mal û erdên xelkê kurd bi girêbestên ne rewa pir bûye, ku çekdar û hawirde hema bi xwendina Fatîhê û destdayînê û gotina „ ev bi xera xwedayê min e û milk ya xwedê ye „ destên xwe dîtînin ser mal û milkên xelkê kurd.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
20/04/2021