Pîlanên koçberkirin û derbiderkirinê… rol û berpirsyarî

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Metirsî li cem koçberên Efrînê ji ber liv û tevgerên vê dawiyê çêbûn, ku YPG ew bi zorê li wê derê bicih kirine،çi bi rêya çandina mayînan be û çi jî rêgiriya li ber vegera wan, bi taybetî liv û tevgerên rûsa yên vê dawiyê li devera Şehbayê, Til Rifatê û gundê Keşte’arê li gel ketina milîsên îranî bo wan deverên koçberên Efrînê lê dimînin ji bo parastina herdu bajarokên Nibol û Zehra yên Şî’e da ku kurdan weke mertala parastina herdu bajarokan bikar bînin.
Ev pevçûnên carcaran rû didin, nîşanên wê yekê ne, ku lihevkirineke berê di navbera welatên gatantor de (Rûsya Îran û Tirkiye) heye, ku kurd derbider bibin û ji hev bela bin, ew jî bi rizamendiya rejîmê jî û bi hevkariya opozisyona siyasî – leşkerî (Îtîlaf û hikûmeta demkî), ku karê wan yê sereke bûye bicihkirina ajendeyên welatên herêmê û çeteyatiyê.
Bila em ji bîr nekin, ku rejîm li hember berevaniya ji bo kurdan xem sar bû û bi erkê xwe ranebû, herwiha hîn aliyên kurd jî bûne beşek ji siyasetên rejîmê jî, ku herdem dibêjim ew berevaniya kurdan li Kurdistana Sûriyê dikin, bêyî ku tiştekî pratîk ji bo hewlên têkbirina nasnameya netewî, çandî, dîrokî ya kurdan, bikin.

Di wan herdu rojên derbasbûyî de, li deverên bin destê rejîmê û hêzên bi ser ve (HSD) li Til Rifatê û Şehbayê tevlîhevî berdewam kir û ji sibeha Duşemê ve di 19.04.2021an de balafirên nenas li asmanê Ezaz, Til Rifat û Şehbayê digeriyan û nîva şevê rokêtek ji Ezazê ve li gundê Şêx Hîlal ket, ku ew gund vala ye ji xelkê û nêzîkî Til Rifatê ye û navendeke leşkerî ya YPG’ê bi navê Şervanên Nû lê heye, ziyanên wê hîn nehatine zanîn.
YPG’ê berdewam zarokan di girûpên biçûk de dişîne Efrînê ji bo operasyonan pêk bînin û di encama hevrêziyeke hevbeş di navbera YPG û çeteyan de, ew zarok dikevin xefekan û aliyek dibêje dibêje em şerê terorê dikin û aliyê din jî dibêje em li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin, lê di binî re herdu bi hev re ne
Em bang li xelkê me yê koçber li devera Şehba û derdorê dikin, haya wan ji pîlanên naskirî hebe û tirsa xwe bişkînin û li pêş navendên leşkerî xwepêşandan lidar bixin da ku rê bê vekirin û vegerin ser erdê bav û bapîran li Efrînê, herwiha dengên xwe bigihînin aliyên pêwendîdar, bi taybetî rêxistinan navdewletî yên mafên mirovan da ku guvaşan li ser wê rêveberiyê û dagirkeriya tirk bikin.

 

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
20/04/2021