Rejîma Sûriyê li Helebê kurdek revand

NavendaNûçeyan-Efrîn: Kurd bi ku ve herin, her dem rastî gef û revandin û kuştinê tên, her çawe be jî, mayîna wan li ser erdê bav û bapîran baştir e ji mayîna wan li kampan û deverên dûr li xurbetê.
Li gorî agahiyên ketine destên me, di 11.04.2021an de welatiyê bi navê Mihemed Ebdilrehman Mistefa, 41 salî, yê ji gundê Gewrika yê Cindirêsê, li taxa Şêx Meqsûd a Helebê ji aliyê îstîxbarata sûrî ve hate revandin, ku ew bi xwe li ser taksiyê kar dike, carcaran jî pisporên rûs digihîne firokxaneya Kiwêrês a Helebê, ku bi rûsî baş dizane. Heya niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
23/04/2021