Bazirganiya rêveberiyê bi xelkê Efrînê

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Roj bi roj eşkere dibe, ku rêveberiya xweser a baskê wê yê leşkerî (YPG’Ê) ên ser bi rejîmê ve, xelkê Efrînê yê di kampan de asê kirine, weke destek ji berjewendiyên xwe yên dûr ji berjewendiyên kurdan li deverê re bikar tînin, çi ji bo vegera wan be, çi ji bo vegerandina mal û milkên wan û çi jî têkbirina hewlên pêkanîna guhertina demografî ya deverê be, ku tirk û rejîmê bi serpereştiya rûs û îranîyan ve pê radibin.
Ji ber vê jî, xelkê me yê koçber li Şehba weke Dîl di girtîgehekê de û derdor giştî rêbend û mayînên çandî bi wan re danûstandin bi wan re tê kirin.
Li aliyekî din jî, bi hevrêzî bi rejîmê re tirsê dixin dilê wan koçberan û gefan li wan dixwen da ku ti carî hizir nekinzji wan kampan derkevin, tevî topbarana berdewam ku tirk davêje wan.
Ji ber vê jî, rêveberiyê belavkirina sûtemeniyê xistiye destê endamekî bi ser ve yê bi navê Hec Îbram û xwediyê benzînxaneya HEVALO ya welatiyê bi navê Mistefayê Kokanê û guvaşan li wan koçberan dikin, bi taybetî dukandar û firoşyaran û wan diqewtînin û sûtemeniyê nadin wan, li dewsa wê, sûtemeniyê didin erebên gundên derdorê weke gundên Herbil, Til Qirah û Wehşiyê, bi taybetî malbata Tacir a ereb, û ji bo kurd nebînin ew çi dikin, ji aliyê pişt ve ê benzînxaneyê sûtemeniyê didin ereban.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
23/04/2021