Çiyayê Kurmênc warê me ye

NavendaNûçeyan-Efrîn: Ji bo rêgirtina li ber guhertina demografî û bicihkirina pîlanên şovînî li dijî kurdan li Efrînê rêxistina me beriya demekê bang li xelkê me koçber bi zorê li devera Şehbayê û derdorê kir, ku vegerin ser mal û milkên xwe û rê li ber wan pîlanên ji bo tinekirina kurdan li Efrînê hatine danîn, bigirin. Lê mixabin hîn alî hene, bi taybetî yên nêzîkî rejîmê, rê li ber vegera xelkê digirin û astengiyan li pêş wan çêdikin. Tevî kiryarên ne mirovane yên ji aliyê çekdarên ser bi dagirkeriya tirk ve li dijî kurdan li Efrînê têne encamdan, lê dîsa em dibêjin take rêya çareseriyê a rêgirtina guhertina demografî li Efrînê, ew e ku xelkê me vegere.
Divê xelkê me vê mînakê ber çav bigire; Jineke kurd bi bavê Newal Enwer, ji gundê Şêx Mihemed a Meydana a Navçeya Reco, ku hevjînê wê ji bo leşkeriya neçar hatibû birin û di şerê Efrînê de şehîd ketibû, ji ber vê jî hevjîna wî ji neçarî berê xwe da Şehbayê û li Til Rifatê bicih bibû, lê ji aliyê berpirsên rêveberiyê ve rastî astengiyan dihat. Ji ber ku ku wê (Newal Enwer) nikarî û zilm û zordariya rêveberiyê tehmûl bike, beriya 15 rojan ew û her sê zarokên xwe ve vegeriyan gundê xwe, Şêx Mihemed li Reco.
Çekdarên Feyleq El-Şam dema bihîstin ew vegeriyaye, ew ji bo 2 demjimêran xwestin lêpirsînê û pişt re serbest berdan, niha jî li mala xwe ye û her kesek jî vê yekê baş dizane.
Divê xelkê me koçber ji xwe re vê yekê mînak bigire û tirsa dilê xwe bişkînin û yên rêgiriyê li ber vegera wan dikin eşkere bikin û riswa bikin. Eger em ne li warê xwe bin, em tine dibin.

   

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
25/04/2021