Êşa kurda di dema dagirkeriyê de

NavendaNûçeyan-Efrîn: Piştî dagirkirina Efrînê, malbat tev ji hev bela bûn, ji nava wan malbatan jî, malbata Eliyê Hemkero yê ji gundê Kurzêlê yê Şêrawa e, ku Zekî, kurê vê malbatê, yê 62 salî, li gundê Fafînê li Şehbayê di 23.04.2021an de koça dawî kir û ji malbata xwe dûr bû, ku malbata wî (zarok û hevjîn) li Efrînê dimîne.


Zekî yê ji qehra dûriyê çû ber dilovaniya xwedê, dayîka wî ya 80 salî Zelûx Reşîd ji qehra re roja Înê di 09.04.2021an de çû ber dilovaniya xwedê. Piştî wê bi hefteyekê kurê Zelûxê, Yehye, mala dayîka xwe da merivekî xwe da ku tê de bimîne, lê piştî çekdarên Milîsên Ehrar El-Şam pê hesiya, bi ser wê malê de roja 18.04.2921an de girtin û ew dane ber kotekan û revandin û li navenda xwe ya ewlehiyê eşkence kirin û piştî sê rojan ji ber êşkenceyê bi felceya dil roja Çarşemê di 21.04.2021an de jiyana xwe ji dest da

 

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
24/04/2021