Êşandina kurdan pîlankirî ye

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Pîlanên dagirkeriya tirk û çekdarên bi ser ve li Efrînê bi her awayî rojane didomin û bê dawî ne.
Li Navçeya Bilbilê di 23.04.2021an de du hawirdeyên ji hoza El-Miwalî ku ji Lîwa Welîd Ebû Ize ve nêzîk in, li gundê Xidriya yê mezin, ji ber pirsgirêkeke zarokan, her yek ji Hisên Mistefa Niqo û kurê wî Brahîm dan ber kotekan.
Herwiha herdu hawirde bi kêfa xwe gefan li kurdan dixwen li wê derê, û bi kêfa xwe jî pezên xwe li nav zeviyan diçêrînin bêyî ku kesek karibe tiştekî bike, herwiha karê diziyê jî dikin, û tiştekî bi tenê nahêlin,ne pez, ne şekal, ne gore û çopa malê, her tiştî didizin.
Hisênê kotek xwaribû li cem polîsê sîvîl gilî kiribû, lê mezinekî wê hozê soz dabû careke din gore û keran nedizin û çêrandina pêz li nav zeviyan bisekinîne, ji ber vê jî Hisên ji giliya xwe vegeriya.
Li heft gundên Meydana li Navçeya Reco, ku çekdarên Feyleq El-Şam dest danîne ser, û li bajarokê Meydan Ekbesê, ku yê bi navê Selîl Xaldî dest daniye ser, pezên xwe bi kêfa xwe berdidin nav zeviyên kurdan û pezî li her derekê bixwazin diçêrînin, tevî ku biryara qedexekirina çêrandina pezî li nav zeviyan heye, lê çekdar qet guh nadin biryarên hikûmeta demkî opozisyonê.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
25/04/2021