Li gundê Badînan revandina welatiyan

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Mîta tirk li gel milîsên Lîwa 112 yên destên xwe danîne ser gundê Badîna yê Navçeya Reco rojên 25-27.04.2021 her yek ji Mihemed Reşîd Menan, 60 salî – piştî çend demjimêran serbest hate berdan, û Mihemed Reşîd Osman, 61 salî, ji bo standina pera ji ber azadkirina wan ve, revandin. Ew bi tuhmeta ku pêwendiya wan bi rêveberiya berê re hebû û derdiketin nûbedariyê!
Herwiha di meha derbasbûyî de û despêka meha Nîsanê de jî çendine din revandibûn û piştî dayîna 1500 lêreyên tirk serbest berdabûn, ew jî ev bûn:
1- Xelîl Mihemed Sîdo, 60 salî
2- Rifahî Elî Horo, 52 salî
3- Abdîn Şêx Mûse, 52 salî

     

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
30/04/2021