Revandina welatiyan berdewam e

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Çekdarên milîsên ser bi dagirkeriya tirk ve li Efrînê, berdewam welatiyan di bin hincetên cuda de, ji bo standina pera ji ber azadkirina wan ve direvînin, û li rastiya xwe li pêş cîhanê derdixînin ku ew komên diza ne.

Çekdarên milîsên Weqas yên gundê Hêkêçê yê Cindirêsê li gel Mîta tirk roja Çarşemê di 28.04.2021an de çend kes ji bo standina pera ji ber azadkirina wan ve revandin, ew jî ev in:
1- Abdîn Hesen Brahîm
2- Xelîl Seîd Ereb
3- Ferhan Hesen Brahîm
Piştî dayîna pera hersê serbest hatin berdan, ku her yekî ji wan 5 hezar lêreyên tirk da çekdaran.
Çekdarên Hemzata li bajarokê Basûtê berbanga roja Pêncşemê di 22.04.2021an de welatiyê bi navê Xelîl Mihemed Umer, 29 salî, bi tuhmeta pêwendiya bi rêveberiya berê re, revandin û piştî dayîna pera serbest hate berdan.
Herwiha li gundê Burc Ebdalo jî çekdarên Hemzata hefteya derbasbûyî jî bo çend demjimêran, çend ji şêniyên gund ji bo standina pera ji ber azadkirina wan ve, revandibûn, ew jî ev in:
1- Sadiq Osman
2- Adil Hesen
3- Nihad Hemîd Klaho
4- Hazim Hemîd Kulaho
5- Îmad Hemîd Kulaho
6- Mihemed Kemal Ehmed Sîdo

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
30/04/2021