Topbarana lihevkirî ya desthilatdaran li Efrîn û Şehbayê

NavendaNûçeyan-Efrîn: Tevî ku Rêveberiya Xweser sûtemeniya deverên dagirkirî yên di bin destê tirkan û milîsên bi ser ve dabîn dike, lê hîn jî topbarana ji herdu aliyan ve ranewestiyaye û her ku xelkê koçber li dijî desthilatdariya rêveberiyê serî hildide û nerazîbûna nîşan dide, topbaran despê dike.
Roja Înê di 30.04.2021an de 4 top ji devera Şehbayê, ku di bin destê rejîm û rêveberiyê de ye, hatin û li kolana naskirî bi kolana Mazûtê ketin û zîyanên madî çêkirin, ji ber vê jî tirkan jî gundê Tilifê yê Cindirêsê ve devera Şehbayê weke gundê Simûqiyê, bendava Şehbayê, Merenaz û Til Rifatê topbaran kirin, herwiha du otombêlên sivîlan li gundê Basûfanê yê Şêrawa ji aliyê nenasan ve di 27.04.2021an de hatin armanckirin.

   

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
30/04/2021