Rêkeftinên rûs û tirka ên tinekirina kurdan

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Di du rojên derbasbûyî de tê gumankirin, ku balafirên rûsî navendeke milîsên ser bi tirkan ve li nêzîkî bajarê Ezazê armanc kir, topxaneya Tirkiyê jî li dewsa navend û bargehên rejîmê li Nibol û Zehra armanc bike, devera Şehba ku koçberên Efrînê lê dimînin armanc kir.
Rejîma Sûriyê jî kurdan li devera Şehbayê weke mertal bikar tîne û rê nade wan biçine Helebê jî, bi ser de jî dorpêç danîne ser wan, lê bila em jîr nekin, ku di salên 2017-2017an de dema dorpêç hatibû ser Nibol û Zehra çawe rêveberiyê bi qaçaxî alîkarî û sûtemenî bi rêya gundê Beradê yê Şêrawa digihand rejîmê.
Roja Şemiyê di 01.05.2021an de tirkan gundên Meyasê, Saxunakê ên Şêrawa û derdora balafirgeha Minixê topbaran kirin û pevçûn di navbera milîsên Feyleq El-Şam ên ser bi Tirkiyê ve û hêzên Rizgarkirina Efrînê ên ser bi rejîmê ve derketin û li eniya Dexîl aş a Babê şerê bi çêkin giran û nîvgiran derket. Baş tê zanîn topxaneya tirkan herdu bajarokên Nibol û Zehra armanc nakin, ku ew jî li gorî rêkeftina rûs û tirkan ye, lê belê cihê kurd lê dimînin armanc dikin, da ku kurdan ji erdên xwe bidûr bixînin û wan neçar bikin derkevin û li dewsa wan ereb û turkmenan ji Şam, Humsê bi cih bikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
01/05/2021