Rûmeta we rûmeta me ye

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Beriya demekê nûçeyeke ne rast hat belavkirin, ku girûpeke çekdar a Silêman Şah bi fermandariya Hinêş roja Yekşemê di 25.04.2021an de bi ser malekê de li gundê Xirabê Şera yê Navçeya Şera de girtin û xwediyê malê eşkence kirin û keça wî ya 17 salî Hemîde Henan revandin, herwiha hate gotin ku çekdaran gotin ku wan ew keç li çarêya gund dît piştî ku malên gund pişkinîn kirin.
Ev nûçe ti carî ne rast e û armanc ji belavkirina van nûçeyan ew e ku kes ji xelkê me yê koçber venegere ser mal û milkên xwe li Efrînê û rê li ber guhertina demografî vekin, da ku koçberên Efrînê weke mertal ji bo parastina deverên rejîmê û milîsên Şîe bikar bînin.

Rastiya bûyerê bi vî awayî ye: Piştî lêpirsînên me ji şêniyên gund û cîranan, derket ku ew keça bi navê Hemîde dixwest bi hawirdeyekî re di nîva şevê de ji malê bireve, lê xwişkeke wê pê hesiya ku tiştek li hewşa malê çêdibe, pişt re radibe bavê xwe agahdar dike ku Hemîdê bi xortekî ne nas re ji malê reviyaye.
Piştî cîran jî pê dihesin, Hemîde neçar dibe berê xwe bide maleke cîranan û xort jî direve, pişt re Hemîde bi rûreşî vedigere malê.

Em behsa vê bûyerê dikin, ne ji bo tiştekî, lê belê ji bo ew zarokên kêm 18 saliyê rê û şopa malbatên xwe bernedin û haya wan ji xwe hebe û adetên xwe biparêzin ji ber ku rewşa Efrîn tê re derbas dibe gelekî awerte ye.

 

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
02/05/2021