Hevtopbarankirina li gorî lihevhatineke berê

NavendaNûçeyan-Efrîn:Careke din rejîma sûrî û hêzên bi ser ve (Hêzên Rizgarkirina Efrînê) roja Yekşemê di 02.05.2021an de ji navendên xwe yên leşkerî li Nibol û Zehra, navenda bajarê Efrînê topbaran kirin, di encamê de çend top li nêzîk kampeke hawirdeyan li ser rêya Cindirêsê ket û di encamê de jî zarokeke biçûk jiyana xwe ji dest da û dayîka wê jî birîndar bû û ji bo nexweşxaneyê hate veguhestin.

Beriya niha jî me gotibû ku ev hevtopbarankirina heyî bi rêketineke herêmî-navdewletî ne û armanc jê derxistin û dûrxistina kurdan ji axa wan e, ji ber vê jî herdu bajarokên Nibol û Zehra nayên armanckirin, ya girîng jî rêgiriya li pêş vegera koçberên bi zorê ye, da ku li wan kampan bimînin, bi taybetî ku bîranîna serhildana vegerê nêzîk dibe.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
02/05/2021