Desteserkirina koçberan û dayîna sozên xapînok

NavendaNûçeyan-Efrîn: Careke din roja Çarşemê danê êvarî di 05.05.2021an de li Devera Şehbayê hevtopbaran di navbera hêzên Rizgarkirina Efrînê yên ser bi rejîmê ve û hêzên dagirkeriya tirk û û milîsên bi ser ve derket, ku çend top li nêzîk gundê Bênê ketin, ku dikeve nêzîkî balafirgeha Munîxê (Balafirgeha Ocalan a berê) lê ti zîyanên madî û canî nehatin zanîn.
Li aliyekî din jî revandina xortan ji bo perwerdeya leşkerî û siyasî ya YPG, rewşa abûrî ya zehmet a koçberan,l û bêkarî li nav xelkê belav bûye,l. Xelkê koçber niha bi xwe jî rewşa xwe ya niha û sozên xapînok bêzar bûne, ku berdewam ji koçberan re dibêjin veger nêzîk bûye û ev qunaxa duwemîn e, li ji bilî hevtopbarankirinê koçber tiştekî nabînin, ku di encamê de xelk dibin qurbanî
Roja Înê di 30.04.2021an de hêzeke çekdar ser bi YPG’ê ve li Til Rifatê welatiyê bi navê Umer Xelîl Mihemed, 32 salî ji gundê Rûta yê Navçeya Mabata, revand. Navbûrî xêzandar e û li Nibolê di kolandina bîran de dixebite, heya niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.
Her yek ji Fayiq û kurê wî yê bi navê Ezîz yên ji gundê Hec Qasima ya Mabata, zarokên kêm 18 saliyê li taxên Helebê û Şehbayê direvînin û li ser her kesekî birevînin 200-300 $ distînin.
Navê berpirsê perwerdeya leşkerî ya tabyet bi revandina zarokan, Hesen Mehmûd Cehdan e, 52 salî ye û ji gundê Mosako yê Reco ye, kadroyekî kevin ê PKK’ê ye, ku 23 sala li çiyayên Qendîlê bû, niha bi piştgiriya Duran Kalkan pêwendiyên wî yên baş bi ewlehiya rejîmê re hene, herwiha carcaran jî Hesenê navbûrî li gel zarokên revandî li kolanan digerin û wan dibe cihên pîs.
Hêzên Asayîşê li Til Rifatê di meha borî de rê li ber çûyîna malbateke efrînî ji bo Helebê girt, di komîna çaran de astengkirî ye, ku bi guleyan di ser serê wan re li ser rê avêtin û neçar kirin vegerin û tiştên wî jî ji otombêlên daxistin û vegerandin Komînê.

   

05/05/2021

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê