Ne aramî, revandin, teqîn û cîhada Nîkahê

NavendaNûçeyan-Efrîn: Roja Çarşemê di 05.05.2021an de li nêzîkî dibistana pîşesaziyê li Taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê, pakêteke teqîner bi otombêleke Hyundai Santa Fe de teqiya û di encamê de 5 zarokên malbata Behmercî birîndar bûn, ku temenên wan ji 2 —10 salîyê ne, ew jî ev in: Şam, Şehid, Nûr, Fereh û Smaîl.

Rêxistina Afad a tirkî roja Sêşemê di 04.05.2021an de petate weke alîkarî li gundê Dimilya, yê di bin destê çekdarên Lîwa 112 de yêt, belav kir, lê çekdarekî bi motora xwe hat û dengê stranan bilind rakir, ew jî bû sedema derketina pirsgirêkê di navbera wî û fermandarekî lîwa 112 yê bi navê Ebû Casim de, ku Ebû Casim jê xwest yan dengî kêm bike yan jî ji wir biçe, li dawiyê herdu bi çekan xwe kişandin hev, di encamê de polîsê leşkerî kete nava wan û herdu bi xwe re birin navenda xwe ya ewlehiyê li navenda navçeyê.

Şervan Ezîz Sîdo, 9 salî, yê ji gundê Gobelaka yê Navçeya Şera roja Çarşemê di 05.05.2021an de dema lîstina bi çeka nêçîrê jiyana xwe ji dest da û birayekî xwe jî birîndar kir, ku wê hingê kesek ji malbatê ne li malê bû.

Çekdarên Nuxbe li gundê Dêrwîş ê Navçeya Şera roja Înê di 30.04.2021an de çend xortên gundî bi tuhmeta derbaskirina xelkê bi qaçaxî ji bo nav axa Tirkîyê, revandin û radestî Mîta tirk kirin, ên ji wan hatine naskirin ev in:
1- Idrîs Xelîl Elî, nasekî wî hewla derbaskirina sînor dabû.
2- Mihemed Hisên Sîdo, şofêr
Heya niha jî çarenivîsa wan ne diyar e

Fermandarê Emşat, Ebû Emşe, li Navçeya Şiyê ji ber demsala çinîna çilo ê reza 15%bac li xwediyên wan zeviyan, ku kurd in, ferz kir û gef li wan xwar ev nûçe li pêş ragihandinê bê belavkirin. Tê zanîn ku tenê ji navenda navçeyê rojana 10 barhilgir tijî çiloyê reza derdikeve.
Milîsên El-Muhtesim Bîllah li gundê Qîbarê yê ser bi navenda bajarê Efrînê ve, herdu fermandarên Feyleq El-Rehman (Ebû Udey û Neqîb Ebû Yezen) dema sekskirinê bi hevjînên çekdarên ku niha li bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî, re ne girtin.
Fermandarên pilebilind ên Artêşa Niştimanî ketin xetê da ku çareser bikin, biryar e ji bo dadgehê bêne veguhestin û piştî sonda dubarendkirina vê kiryarê wê bêne berdan.

     

06/05/2021

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê