Banga vegerê 4

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Yên hîn ji berî despêka şer ve li Efrînê, mayîn çandin û xelk koçber kir da ku wan bike mertal, ti carî nabin parêzvanên şeref û rûmetê, lê belê ew bazirganên şer in.

Piştî lihevkirinên welatên garantor (Rûsya, Tirkiye û Îranê) hêdî hêdî nîşanên şerê li dijî Efrînê derdiketin, weke vekişîna hêzên rûsî ji navenda xwe ya leşkerî ji gundê Serê Kaniyê/Kefercenê yê Navçeya Şera piştî wan ji rêveberiyê xwest Efrînê radestî rejîmê bikin. Lê rejîm û Îranê ev şera hanê li ser rêveberiyê ferz kirin, ev yek jî Mezlûm Ebdî tekez kir, da ku binyada abûrî têk bibin û xortên Efrînê bi kuştin bidin û xelkê jî koçber bikin, her tişt bihane bûn, weke anîna maşîna mezin (Lodir) a kuştiyên nenas (hineka got ên rêjîmê ne û hineka weke rêveberiyê jî got ên çekdarên opozisyonê ne ku li Eyn Deqne hatibûn kuştin) û gerandina cenazeyên wan li nava bajarê Efrînê, ku şofêrê wan maşînê kesekî Şîe jî Nibolê bû û li tenişta wî efserekî rejîmê rûniştibû. Vê yekê gelek karvedanên mezin û xirab li pey xwe anîn, yê hîn zêde rewş pîs kir, belavkirina wêneyên Selfie ku nûçegihana telefizyona Sema, Kînana Elûş, ku li gel dîmenên cenazeyên kuştiyan dikenî û wêneya xwe girtibû. Herwiha derketinên rêveberiyê li ser sînorê bi Tirkiyê re û bilindkirina wêneyên Ocalan, rêberê PKK’ê, û daxwaza serbestberdana wî û çêkirina wêneyeke wî ya mezin li ser pişta Çiyayê Gir ê Bilbilê. Tirkîyê jî ew dîmen girtibûn û pêşkêşî aliyên navdewletî kiribû weke bihaneyekê ji bo rêxweşkirinekê ji bo dagirkirina Efrînê bi bihaneya parastina ewlehiya wê ya netewî bi bihaneya hebûna PKK’ê li ser sînorê wê, tevî ku rêveberiyê red dikir pêwendiyên wê bi PKK’ê re hebana. Rêveberiyê ji hevalbendiya PYD’ê û Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) pêk dihat, mayîn li nava mal rêyên gundan û zeviyan çandin ji bo kuştina xelkê ku razî nabe jî Efrînê koçber bibe eger bê xwestin, û her kesê razî nebe bi Erdoganî dihate navkirin.
Di 20.01.2018an de yekem êrîşên Tirkiyê despê kir û bêtirî 110 navendên leşkerî yên YPG’ê û YPJê armanc kirin. Xelkê Efrînê bi mêrane berevanî di Efrînê de kirin, lê yên ji derve hatibûn xiyanet kirin û hêştin hejmara şehîdan gelekî bilind kirin di rojên despêkê de, bi taybetî ku piraniya wan di kemînan de li eniyên pêşî şehîd ketibûn, ku hejmara şehîdan giha derdora 1500 keç û xortên bêguneh ku ketin vî şerî. Di heman demê de berpirsên rêveberiyê ji her kesê bixwesta ji gundên navçeyan bireve û berê xwe bide bajêr re, digotin hûn xayîn in, berûvajî tiştê dikirin ku dixwestin xelkê bikin mertal û xwe tenê biparêzin, herwiha pişt re jî rê li ber vegere karwanên otombêl û tirektoran girtin da ku venegerin gundên xwe, bi taybetî weke ku li rêbenda taxa Mehmûdiyê ku tê de derdora 25 kesên sîvîl bi topa gazê kuştin.

08/05/2021

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê