Dizine çekdar bi otombêlên leşkerî yên Artêşê Niştimanî ya Sûrî

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Roja Pêncşemê danê êvarê di 06.05.2021an de derdora nehê êvarê, çekdarên rûgirtî girtin ser mala Zûhêr Mamo, 55 salî, yê ji gundê Kurzêlê yê Navçeya Bilbilê û ew girtin û dest û lingên malbatê tev de girêdan û devên wan girtin û têra xwe mala wan dizîn ; pere, telefozyon, telefon, motoskîl, tiştên hûr ên matbexê.

Berpirsê ewlehiyê di firqeya nehan de ji Artêşa Niştimanî ya Sûrî, ku dest danîne ser gund Mosaka yê Navçeya Reco, roja Sêşemê di 04.05.2022an dema belavkirina alîkariyên xêrxwaziyê û li pêş jin, mêr, zarok, kal û pîran muxtarê gundê navbûrî rezîl û riswa kir.
Çekdarên Milîsên Cebhe Şamiyê ku dest danîne sê devera Pîşesaziyê li bajarê Efrînê, hefteya borî dest danîn ser kişikê welatiyê bi navê Ehmed Xelîl yê ji gundê Satiya yê Navçeya Mabata, ku ji çend salan ve tê de pêdiviyên bijartinê û vexwarin û şerbetê difirot.

 

07/05/2021

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê