Gendeliya di nav komeleyên hawarçûnê

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Piştî ku tirka bi hevkariya milîsên bi ser ve dest danîn ser Efrînê, rewşa wê kete qunaxa bobelatê, çi li ser astê tendirûstiyê be û çi jî li ser astê xwarinê be, ku yên niha desthelatdariyê dikin tiştekî nizanin û ne hilgirên bawernameyan in, ji bilî pirbûna pirgirêka gendeliyê, bi taybetî di rêveberiya tenduristiyê de û nexweşxane û dermansaziyên bi ser ve, ku tijî nijadperrstî û şovînî ye li dijî kurdan da ku wan neçar bikin koçber bibin û dest ji mal û milkên bav û bapîrên xwe berdin.
Komele û navendên tendirûstiyê yên hawirde wan birêve dibin, bi piştgirî û rêveberiya tirka ne, dermansazî jî êdî weke dikanan pir bûne, ku piraniya wan di destê fermandarên girûpên çekdar de ne, hinek fermandar hene 5 dermansaziyên wî li bajêr hene! Yên wan dermansaziyan jî birêve dibin nezan û ne hilgirê bawernameyan in û li her cihekî nirxê dermanan cuda ye, ji bilî firotina dermanê bi ser ketî.
Heman tiştî di karta tendirustiyê de çêdibe, di karta xwarinê de jî çêdibe, ji ber dizîna mal û milkên kurdan û desteserkirina milkên wan, êdî kurd bûbe hejar û sefîl. Wate tiştê tirkan jê re kar kirine, weke tê xwestin bi serê kurdan tê meşandin û destekên vî karî jî fermandarên girûpên çekdar in, ku kurdan ji para selikên hawarçûnê bêpar dikin û tenê li ser hawirdeyan bekav dikin, yê dimîne jî difroşin
Ji ber sedemên me xuya kirine, em banga xwe li gel banga xelkê me yê kurd digihînin rêxistinên hawarçûnê yên navdewletî ku birêvebirina wan navendên tenduristiyê têkeve destên wan û dermanên nexweşiyên rebû û dil peyda bikin. Eger rewş wisa bidome, em li pêş bobelateke mezin in û berpirsyarî di stûyê dagirkeriya tirk û hikûmeta demkî ya opozisyonê de ye, bi taybetî fermandarên girûpên çekdar.

10/05/2021

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê