Topbarana berdewam û tevlîheviya ewlehiyê

NavendaNûçeyan-Efrîn: Roja Duşemê di 10.05.2021an de dîsan hêzên tirka û milîsên bi ser ve bi topan gundê Saxunakê yê Şêrawa û gundên Eyn Deqne û Biyolonuyê li Şehbayê armanc kirin, heya niha ziyanên madî û canî nehatine zanîn.
Roja Yekşemê di 09.05 2021an de pevçûn di navbera girûpeke çekdarên Ceyş El Îslam û girûpeke Cebhe Şamiyê de derketin, ew jî ji ber destdirêjiyekê li ser kakemêrekî Xûta li Efrînê. Herwiha pakêteke teqîner li nêzîk dibistana Meyselûn di çopekê de teqiya, zanyariyên din nehatine zanîn.
Ji nakokiyên kesane bi çekdarekî Xûta re û di bi bandora hebeyên hişber de, du çekdarên Milîsên Melek Şah ( Sultan Silêman, yê berê) yên ji Humsê roja Şemiyê di 08.05.2021an de hatin kuştin, tê gotin ku kujer hatiye girtin û lêpirsîn pê re tê kirin ku çawe li navenda wan ya ewlehiyê li Navçeya Şera ew herdu çekdar kuştine.

10/05/2021

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê