Banga vegerê 5

NavndaNûçeyan-Efrîn: Ji gelê kurd tê xwestin rastiyê bêje û bang li xelkê me yê koçber bike vegere ser mal û milkên xwe li Efrînê, çimkî dîrok rehmê li tirsonekên bi çarenivîsa gelê xwe û mafên wan yên netewî û mirovî dillîzin nake, û ne jî qebûl dike kesek bi dijminan re di bin navê tektîk de lihev bike.
Rêveberiya berê bi çarenivîsa xelkê dilîst û biryar çep û rast derdixistin û ji aliyê leşkerî ve jî tevlîhev bibû, bi taybetî tiştên li ser ragihandina xwe belav dikirin, ku Artêşa Tirkiyê giha bû ber nava bajêr, ragihandina rêveberiyê digot ew şer dikin û bi ser dikevin, di encamê de jî xortên Efrînê li eniyên şer dihatin kuştin û bi xwîna xwe ax û darên Çiyayê Kurmênc av dan. Berpirsên rêveberiyê jî xelkê gundan, yên diketin bin kontrola çekdarên ser bi Tirkiyê ve, neçar kirin ji malên xwe birevin û berên xwe bidin navenda bajêr û nema rê ji wan re vekirin vegerin gundên xwe û ew weke mertal bikar anîn û ji nava bajêr ve, ku tijî derbider ji gundên Efrînê hebûn, çek li ser otombêlam siwar dikirin û çete û Artêşa Tirkiyê armanc dikir, heta ku li dawiyê birara xwe dan xelkê li bajêr jî kom kirine ber bi cihekî nenas ve bibin, bi vî awayî jî berên xelkê dane, bi rêya Cebel Ehlam ya li Bajarokê Basûtê, berê xelkê dane ber bi herdu Bajarokên Nibol û Zehra ku dikevin bin destên rejîm û milêsên îranî, herwiha bajarokê Tirl Rifatê li gundewarê Ezazê, ku rêveberî jê re dibêje Devera Şehbayê, bi vî awayî kadroyên Qendîlê li gel çekdarên îranî û sûrî di bin nave Karwanên piûtgiriyê de reviyan û dever radestî hêzên biyanî kirin, lê berî wê jî li gel Hêzên Parastina Niûtimanî( Şebîhe) lihev kirin û 200 ji wan anîn Efrînê, ku nûçegihanê telefizyona rejîmê Selfiedi nava koma wê xelkê de girtin, ku li pêş cîhanê xuya bike, ku rejîmê piştgiriya rêveberiê kir, pişt re jî çawe ketin bajêr wisa jî jê derketin.
Em ji bîr jî nekin, bi çi sarbûnê pêşwaziya şanda Parlemantoya Herêma Kurdistanê kirin û dûrî pirensîpên diplomasî û pirotokolên wê bi çandê re xebitîn, tevî ku çanda navbûrî li gel xwe derdora 7 tonên dermanî anîbûn, herwiha jî berî ji Efrînê derkevin û kadroyên mazî birevînin, pêşwaziya çandeka rêveberiyê ji Cizîrê ku wezîrê berevaniyê bi cilên sivîll pêşwaziya wan kiribû, kadroyên bi Tirkiyê ve girêdayî bûn, ji nava rêveberiyê derketin û hatin nava Mîta Tirka li deverên diketin bin destên wan û heta niha jî li Efrînê dimînin.
Em jîr nekin, ku Artêşa Tirkiyê Bircên veguhestinê li gundên Xelîl, Kifêrê, Bêxçe, Meydankê û Mûskê têk birin da ku kesek nikaribe wan nûçeyan belav bike û wan komkujiyên têne kirin bi belge bike weke komkujiya Berbenê, komkujiya Firêriyê, Komkujiya Cindirêsê û Komkujiya Reco. Serokê hikûmeta Demkî ya Opozisyonê wê hinge, Cewad Ebû Heteb, di 08.02.2018an de gotibû çekdaran her tiştê ji destên we tê der bikin,lê bi dizê û bê deng û perçevîdiyo jî belav nekin, da ku em rezêl û riswa nebin.
Heftefa dawî ji şer, hinek ji kadroyêên tevgera kurd bang li rêxistinên navdewêetî û mirovî kirin ku kuştin, dizî û talankirinên di bin çavdêriya tirkan de têne kirin, bêne rawestandin.
Her tiştê girêdayî zeytûnan ji guhvaşgeh, maşînên wan ên nû û kargehên çêkirina bêrînê( Çopa zeytûnan ku sasbûn jê tê çêkirin) ji bo Tirkiyê hatin veguhestin û otombêl, tirektor û motor û tevahiya tiştên male ji tiştî herî biçûk heta tiştê mezin ji bo Ezaz , Bab ,Maih û Cersblusê hatin veguhestin û dizîn.
Tirka jê rê li ber xelkê girtin vegerin ser mal û milkên xwe heta ku ew çekdar dizî û talankirina malên kurdan xilas bikin, ku her tiştê kurda li pêş çavên wan dihatin dizîn, lê kesekî nikarî tiştek bigotiba û ji hinder dil û kezebê be dişewitiyan.
Ev yek jî tiştê li Taxên Şêx Meqsşûd, biêdîn, Hêderiyê û Şêx Faris ên Helebê tine bîra me, ku di dawiya heyva Adara 20113an de dizên bi navên Artêşa Azad hatin tistên malên kurdan talan kirin.
Ji ber vê jî ew tiştê li Efrînê bûye û hatiye serê xelkê wê di stûyê rêveberiyê de ye, herwiha Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê jî berpirs e ji ber bê xemiya xwe li hember Efrînê, lê dive em rola kadroyên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye li Efrînê ji bîr nekin, ku çawe şev û roj dixiebitîn da ku pêdiviyên xelê mayî dabîn bikin û wan han bidin ku dest ji axa xwe bernedin, herwiha rêxistinên civaka sîvîl jî li derve piştgiriya xelkê hinder kirin.
10.05.2021
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê