Artêşa Niştimanî- Hawirdeyên çekdar

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Roja Înê di 14.05.2021an de hawirdeyekî ji Idlibê li pîrejineke kurd dixe û bi giranî birîndar dike ji ber ku pîrejina bi navê Emîne Ehmed ya ji gundê Satiya ya Navçeya Mabata razî nebû ew erebê hawirde pezê xwe di nav zeviya wê de biçêrîne. Yê Hawirde bi dara li pişta pîrejinê dixe û serê wê jî vedike, ji bilî gotinên qirêj ku bi pê re kirine, ku li gorî wi hawirdeyî ew erd ya Erdoxan ne ne ya kurda ye, ji ber vê jî xelkê gundî kom bû û nerazîbûna xwe nîşan dan û roja Şemiyê di 15.05.2021an de berên xwe dane Navenda Navçeyê û li wir gilî kirin, lê polîsê sîvîl heya niha tiştek nekir ji bo vegerandina mafên wê pîrejinê.
Çekdarine hawirde li gundê Eltaniya ya Navçeya Reco, ku ji Hoza El-Miwalî ne, roja Înê di 30.04.202an de bi deyn tiştine ji dikane Mehmûd Smaîl Elî li Reco dikirin û pereyên xwe sax nakin, piştî deyna wan zêde dibe, dukandarî daxwaza pereyên xwe dike û razî nabe bi deyn tiştan bifroşe wan, hawirde li ser têne hev û ziyanê digihînin çaveke wî û gotinên qirêj li ser kurdan dikin, ku gotin kurd beraz in! Dema dukandar diçe li cem polîsê sîvîl gilî dike jî, polîsê navbûrî tiştekî jê re nakin!
Li gundê Upila ya Navçeya Bilbilê, di çend rojên derbasbûryî de, milîsên Hemzata wekaleyên birêvebirina mal û milkên xelk ê yên ji Encûmena Xwecihî hatine derxistin û erêkirin, kişandin da ku destên xwe deynin ser, ku zeviyên tirî desteser kirin û çiloyê wê jî dizîn.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
16.05.2021