Herdu Desthelat weke hev in

NavendaNûçeyan-Efrîn: Ti cudahî di navebra desthelatdariya dagirkeriya tirk û desthelatdariya rêveberiyê de li Efrîn û Devera Şehbayê tine ye, qurbaniyên herdu desthelatdaran kurd in,lê her yek ji wan bi rêyekê kar dike.
Welatiyê bi navê Brahîm Mehmûd Smaîl, 40 salî, yê ji gundê Um El-Hoş li Devera Şehbayê ji ber mayîneke çandî di dema çêrandina pezî de li derdroa gund roja Duşemê di 10.05.2021an de jiyana xwe ji dest da. Berdewam bûyerên xemgîn ên bi vî awayî çêdibin ji ber ku rêveberiyê hewl nedaye wê deverê ji mayînan paqij bike, ku ew jî dibin sedem ku koçberên Efrînê bi qaçaxî ji deverên di destheladriya wê de bimînin û nerevin.
Li aliyê din jî, milîsên Lîwa El-Şemal li gundê Avrazê yê ser bi Navçeya Mabata ve roja Çarşemê di 05.05.2021an de destdirêjî bi ser maleke kurd de kir û ew ji malê qewitandin û bi ser de jî mala wan desteser kirin, yên destdirêjî li ser hatine kirin ev in: Mihemed Nasan, 70 salî, û kurê wî Xalid. Çekdaran tiştê malê jî desteser kirin, da ku hawirdene li dewsa wan bcih bikin, ew malbat jî qewitandin navenda bajêr.
Ji navenda Navçeya Bilbilê ve heya rêbenda gundê Hilûbiyê yê Navçeya Şera, rêbendên çekdaran bacê li xwediyê otombêlên barkirina çiloyê reza ferz dikin, bi taybertî rêbenda bi navê Rêbenda Şîn li gundê Hesendêra ya Feyleq El-Şam ya bi fermandariya Ebû El-Nûr, ku bi kêmayî ji her barhilgirekê 5 hezar lêreyên sûrî li ser her pakêtekê werdigire, tevî ku mesrefa her pakêteke çiloyê reza bi qasî mesrefa nîvê ajontina erdî û çinîn û barkirina wê de dike. Beriya salekê jî me behsa Rêbenda Şîn kiribû.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
11.05.2021