Hîn mayînên rêveberiyê çandibûn têne dîtin

NavendaNûçeyan-Efrîn: Firqeya endezyariyê ya tirka li gel polîsê sîvîl û milisên Cebhe Şamiyê li gundê Mistika yê ser bi Navçeya Şiyê ve, roja Pêncşemê di 13.05.2021an de mayîneke ji aliyê rêveberiya berê ve hatibû çandin, teqandin.
Rêveberiyê jî beriya ku ji Efrînê derkeve, mayîn di mala Esmet Abdîn Îbiş de çandibû, weke her malên din, ew mayîn jî bibû sedem ku navbûrî ji ber ve di 04.02.2018an de jiyana xwe ji dest bide.
Ji ber vê jî, ji wê hingê ve ew mal vala mabû, ji ber teqandina mayîna duyê yê mabû, ew mal ji binî ve hate ruxandin û nema kes dikare lê bijî.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
15.05.2021